NÛÇEYÊN KURDÎ

HEVJÎN Û 5 ZAROKÊN SEROKÊ DBP’YÎ JÎYANA XWE JI DEST DAN

Di qezaya trafîkê de hemû malbata Serokê berê yê DBP'ê yê Navçeya Hezo’yê Mehmet Yaşar jîyana xwe ji dest dan.

HEVJÎN Û 5 ZAROKÊN SEROKÊ DBP’YÎ JÎYANA XWE JI DEST DAN

Di qezaya trafîkê de hemû malbata Serokê berê yê DBP'ê yê Navçeya Hezo’yê Mehmet Yaşar jîyana xwe ji dest dan.

Qeza duh bi şev li nêzê Gundê Gozpinar ê navçeya Misirc a Sêrtê pêk hat. Siwareya ku Yaşar diajot û hevjîna Yaşar, Aynur Yaşar û 5 zarokên wan tê de bûn qeza kir. Piştê qezayê di siwareya ku tê texmînkirin bi LPG ye de şewat derket.

Di şewatê de Mehmet Yaşar bi giranî birîndar xilas bû. Hevjîna Yaşar Aynur Yaşar û zarokên wî Bêrîtan, Vîyan, Rodî, Bahoz û Cûdî Yaşar ên di siwareyê de bûn şewitîn û jîyana xwe ji dest dan. Cenazeyên Aynur Yaşar û 5 zarokên wê piştê otopsîyê hatin definkirin.

Mehmet Yaşar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Wekîla HEDEP'ê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de derbarê qezayê de wiha got: "Di qezaya giran a li Misircê de Serokê me yê berê yê navçeya Hezoyê Mehmet Yaşar bi giranî birîndar bû, mixabin hevjîn û 5 zarokên wî jîyana xwe ji dest dan.

Otopsîya kesên jîyana xwe ji dest dane li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hat kirin. Me bi rêveberîya bajara xwe re êşa malbata xwe parve kir. Careke din em sersaxîyê ji nas û xizmên malbatê re dixwazin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.