NÛÇEYÊN KURDÎ

HEVJÎNA XWE DIBIR NEXWEŞXANEYÊ QEZA KIR: 1 MIRÎ, 3 BIRÎNDAR

Li Dîlokê dema welatîyekî hevjîna xwe ya nexweş radikir nexweşxaneyê qeza kir û kesek di qezayê de jîyana xwe ji dest da.

HEVJÎNA XWE DIBIR NEXWEŞXANEYÊ QEZA KIR: 1 MIRÎ, 3 BIRÎNDAR

Li Dîlokê dema welatîyekî hevjîna xwe ya nexweş radikir nexweşxaneyê qeza kir û kesek di qezayê de jîyana xwe ji dest da.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di qezaya ku li Taxa Yamaçova ya navçeya Şehîtkamîla Dîlokê pêk hat de Mehmet Karaçalioglû yê ku dixwest hevjîna xwe ya nexweş Gonûl Karaçalioglû rabike nexweşxaneyê kontrola dîreksîyonê winda kir û siware qelibî. Ekîbên polês, tenduristîyê û agirtef sewqê cîhê qezayê bûn.

Ekîbên tenduristîyê tespît kirin ku ajokarê siwareyê Karaçalioglû li cîhê bûyerê jîyana xwe ji dest da ye. Gonûl Karaçalioglu û 2 jinên din ên di siwareyê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê. Hat dîyarkirin ku rewşa kesên birîndar baş e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.