NÛÇEYÊN KURDÎ

HEVJÎNA XWE KUŞT, BI HEMAN ÇEKÊ JÎ XWE GIRAN BIRÎNDAR KIR

M.D.yê ku li Amedê di apartmanekê de wek wezîfedar dixebitî, piştê ku hevjîna xwe kuşt, xwest xwe întîhar bike.

HEVJÎNA XWE KUŞT, BI HEMAN ÇEKÊ JÎ XWE GIRAN BIRÎNDAR KIR

M.D.yê ku li Amedê di apartmanekê de wek wezîfedar dixebitî, piştê ku hevjîna xwe kuşt, xwest xwe întîhar bike.

Li taxa Medyayê ya navçeya Kayapinarê ya Amedê, M.D yê 33 salî hevjîna xwe B.D ya 38 salî ya ku di xevde bû bi çekê qetil kir.

Pişt re jî bi heman çekê xwest xwe întîhar bike û giran birîndar bû. Piştê ku bûyer hat bihîstin M.D. bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê û cenazeyê B.D ji bo karên otopsîyê rakirin Sazîya Tipa Edlî.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristîya M.D giran e. Derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.