NÛÇEYÊN KURDÎ

HEYETA ZÊRFIROŞÊN AMEDÊ LI KURDISTANÊ BI WALÎYÊ SILÊMANÎYEYÊ RE HEVDÎTEK PÊK ANÎ

AMED RADYO TV – Walîyê Silêmanîyê Dr. Heval Ebûbekîr ê ku heyeta Odeya Zêrfiroşên Amedê bi mêvandarî qebûl kir wiha got, “Amed bajarê me ye û Silêmanîye jî bajarê we ye.”

Serokatîya Odeya Zêrfiroşên Amedê Mehmet Yuksel û heyeta pê re ligel Derhênerê Weşana Giştî yê Amed Radyo TV  Ferat Mehmetoglu yê ku ji bo piştgirîyê tevlê bû, li Herêma Federal a Kurdistanê serdanên xwe didomîne.

Heyeta Odeya Zêrfiroşên Amedê, di çarçoveya serdanên xwe ya li Herêma Kurdistana Federe de bi Walîyê Silêmanîyê Dr. Heval Ebubekir re hevdîtinek pêk anî.

Walî Ebubekir, pêşwazîya heyeta Amedê kir û di hevdîtinê de wiha got, "Amed bajarê me ye û Silêmanîye jî bajarê we ye. Xwezî em jî bikarîbûya bihatana fûara ku hûnê organîze bikin, lê mixabin dema ku Tirkîyeyê qada xwe ya hewayî ji firînên me yên sivîl re girt, ev yek jî bandor li têkilîyên bi vê rengê kir. Hêvîdarim Tirkîye dev ji vê xeletîyê berde."

Heyeta Amedê di serdanên xwe de esnafên bajêr vexwend 'Fuara Zêrfiroşîyê ya Mezopotamyayê' ku wê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Amedê bê lidarxistin. (NAVENDA NÛÇEYAN)

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.