NÛÇEYÊN KURDÎ

HILBIJARTINA KURDISTANÊ WÊ DI DEMA XWE DE BÊN KIRIN

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê re derbarê hilbijartinên parlamentoyê yên ku hatine plankirin de civîyan û tekez kirin ku divê hilbijartin di dema xwe de bên kirin.

HILBIJARTINA KURDISTANÊ WÊ DI DEMA XWE DE BÊN KIRIN

Serokê Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê Umîd Sebah piştê civîna li Bexdayê di civîna çapemenîyê de daxuyanîyek da.

Sebah dîyar kir ku di hevdîtinê de peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê gîhandîye Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ku divê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di dema xwe de bên kirin û wiha berdewamkir, "Ew (Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê) jî li ser wê yekê hemfikir in ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di wextê xwe de bên kirin.

Me ji wan re got ku weke hikûmet emê hemû sazîyên Herêma Kurdistanê têxin xizmeta komîsyona hilbijartinan. Îro emê careke din ligel komîsyona hilbijartinan civînekê pêk bînin.” Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 3ê Tebaxa 2023ê di merasîmekê de ragihandibû ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wê di 25ê Sibata 2024ê de bên kirin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.