NÛÇEYÊN KURDÎ

“ÎHTÎMALA BI HÊZA 7 Û JÊ ZÊDETIR ERDHÊJ LI STENBOLÊ ÇÊBIBE JI SEDÎ 64 E”

Zanyarê Erdnasîyê Prof. Dr. Nacî Gorur dîyar kir ku heta sala 2029an îhtîmala bi hêza 7 û jê zêdetir erdhêj li Stenbolê çêbibe ji sedî 64 e û pêşnîyar kir ku divê tavilê Wezareta Afatê were ava kirin.

Prof. Dr. Naci Görür, Zanîngeha Sabancîyê bû mêvanê semînera bi navê 'Civak û Rêvebirîya Rîska Afatê.” Gorur, destnîşan kir ku divê rojeva herî girîng a Tirkîyeyê erdhêj be û niqaşên xeta fayê jî bi destê kesên zanyar ve bên berdan.

Di berdewama axavtina xwe de jî Gorur, wiha got, “Ji sala 1999'an û vir ve di nava 30 salan de ji sedî 64 îhtîmaleke mezin heye ku li Stenbolê bi hêza 7 û jê zêdetir erdhêj çêbibe. Ev texmîn kêm zêde weke 15 sal tê hesibandin. Dema ku em bifikirin, îhtîmala herî baş ev e ku heya sala 2044an wextê me heye.

Ger wezareteke afat û karesatan bê avakirin û bûdceyeke wê ya baş hebe, em dikarin li Tirkîyê pêşketineke girîng bi dest bixin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.