NÛÇEYÊN KURDÎ

HUDA PAR WÊ BI LOGO Û NAMZETÊN XWE BEŞDARÊ HILBIJARTINÊ BIBE

HUDA PAR biryar da ku wê di hilbijartinên herêmî yên 31 Adara 2024an de bi logo û namzetên xwe beşdarê hilbijartinê bibe.

HUDA PAR WÊ BI LOGO Û NAMZETÊN XWE BEŞDARÊ HILBIJARTINÊ BIBE

HUDA PAR biryar da ku di Hilbijartina Herêmî ya 31ê Adara 2024an de li çend herêman piştgiriyê bide namzedên tifaqê û li cîhên din jî bi logo û namzedên xwe beşdarê hilbijartinê bibe.

 

Alîkarê Serokê Karên Hilbijartinê yê HUDA PARê Mahmut Şahîn ê ku biryara hilbijartinê ji raya giştî re eşkere kir wiha axivî;

“Bawerîya me ew e ku dem hatîye ku gelê me bi ‘Şaredarîya Dirûst, Xizmeta Rastîn’ nas bike. Weke HUDA PAR me biryar da ku em li çend herêman piştgirîyê bidin namzedên tifaqê û li cîhên din jî bi logoya xwe û bi namzedên xwe beşdarê hilbijartinê bibin. Me bi vê wesîleyê biryar da ku heya 20'ê Çileya 2024'an dema serlêdana namzetîyê dirêj bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.