NÛÇEYÊN KURDÎ

HUKIM HAT DAYÎN KU TRÛMP KES Û SAZÎ XAPANDÎ YE

Derbarê Serokê berê yê Amerîkayê Trump de hukim hat dayîn, dema ku împaratorîya xwe ya emlakê ava kirîye, banka û sazîyên sîgorteyê xapandîye.

HUKIM HAT DAYÎN KU TRÛMP KES Û SAZÎ XAPANDÎ YE

Derbarê Serokê berê yê Amerîkayê Trump de hukim hat dayîn, dema ku împaratorîya xwe ya emlakê ava kirîye, banka û sazîyên sîgorteyê xapandîye.

Dozgerê Giştî yê New York’ê di doza sivîl ya ku vekiribû de biryar da ku  serokê berê û şirîketa "Rêxistina Trump" di ewraqên fînansê de serweta xwe bi sextekarî zêde nîşan daye û banka û şirîketên sîgorteyan xapandîye.

Li gor nûçeya Sputnik Tirkîyeyê, Dadger di biryara xwe ya 35 rûpelî de dîyar kir ku Trump û şîrket û rêveberên wan, bi şert û mercên guncav û prîmên sîgortayê yên kêm, bi derewan li ser rewşa xwe ya aborî ya salane deyn wergirtine.

Dozgerê giştî ji dadger xwest ku Trump û zarokên wî careke din li New Yorkê wê nikaribin şirîketê damezrînin û kirîna mal û milkên bazirganî ji bo 5 salan li wan hatîye qedexe kirin. Her wiha daxwaza cezakirina bi 250 milyon dolar dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.