NÛÇEYÊN KURDÎ

HURGILÎYÊN PROJEYA XANÎYÊN SOSYALÊ DÎYAR BÛN

Serokomar Recep Tayîp Erdogan hurgilîyên Projeya Xanîyên Sosyalê ragihand.

HURGILÎYÊN PROJEYA XANÎYÊN SOSYALÊ DÎYAR BÛN

Serokomar Recep Tayîp Erdogan hurgilîyên Projeya Xanîyên Sosyalê ragihand.

Projeya ku ji bo kesên aborîya wan baş nîn in hatîye danîn hat dîyar kirin ku di 81 bajarên Tirkîyê de 250 hezar xanî dê werin lêkirin. Erdogan dîyar kir ku navê projeyê wek ‘mala min a pêşîn’, ‘cihê karê min ê pêşîn’ e û wiha axaftina xwe domand: “Armanca me ew e ku di di salên 2023-2028’an de di 81 bajaran de 500 hezar malên sosyal, 250 hezar jî ji xanîyan re erse werin lêkirin. Projeyê de wê li gor statuya kesan kontenjan were veqetandin. Xizmên şehîd û gazîyan sedî 5, welatîyên teqawît bûne sedî 20 kontenjan wê were veqetandin. Her wiha ev cara pêşîn e ji bo ciwanên ku temenê wan di navbera 18-30’î de ne û ev jî teqabulê sedî 20 kontenjanan dike hatin veqetandin. Buhayên xanîyan li ser malîyetê sedî 40 jê erzantir hatin dîyar kirin. Xanîyên 2+1 bi 608 hezar TL’yê mehane bi 2 hezar û 280 teqsîdan, xanîyên 3+1 bi 850 hezar  TL’yê mehane bi 3 hezar û 187 TL’yê dê were firotin. Serlêdanên projeya sosyal sibê dest pê dike.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.