GÜNDEM

JÛRA BEYTARÊN A AMEDÊ: DI TENDURISTÎYÊ DE CUDAHÎ NABE

Jûra Beytarên a Amedê ji biryara ku wê xwendekarên pola dawî ya Fakulteya Tibê û Fakulteya Diranan bi qasê mûçeya kêmtirîn bê dayîn re bertek nîşan da.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan 2 roj berê piştê Civîna Kabîneya Serokkomarîyê daxuyanî dabû û gotibû; "Xwendekarên pola dawî ya fakulteyên tibê û diranan ên girêdayê dewletê wê bi qasê mûçeya kêmtirîn bê dayîn."

Jûra Beytarên a Amedê jî daxuyanîyeke nivîskî da û dîyar kir ku soza ku wek mizgînîyê hatîye dayîn 'cudakarî ye'. Di daxuyanîyê de Serokê Odeya Beytaran a Amedê Dr. Zekî Kanay axivî û wiha got; “Divê di tenduristîyê de cudatî neyê kirin, tenduristî tevayî ye. Tenduristî bê beytar nabe. Parastina tenduristîya mirovan bi parastina tenduristîya ajalan dest pê dike. Em li bendê ne ku pîşeya me nirxa ku heq dike bê dayîn û dema ku di derbarê pîşeya me de biryar tê girtin neyê paşguh kirin. Em dîyar dikin ku em ê ji bo mafên xwe têbikoşin.”  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.