NÛÇEYÊN KURDÎ

JI 1'Ê HEZÎRANÊ PÊ VE BIHAYÊ DONDIRMEYÊ WÊ SEDÎ 25 ZÊDE BIBE

Bi germbûna hewayê re bihayê dondirmeya paketkirî teqribî ji sedî 25 zêde bû.

JI 1'Ê HEZÎRANÊ PÊ VE BIHAYÊ DONDIRMEYÊ WÊ SEDÎ 25 ZÊDE BIBE

Bi germbûna hewayê re bihayê dondirmeya paketkirî teqribî ji sedî 25 zêde bû.

Li gor nûçeya Alî Can Polat ji Cumhurîyetê; Serokê Komeleya Alîkarîya Bazirganên Tekel Erol Dundar dîyarkir ku bi zêdebûna bihayan re, hêza kirînê ya welatîyan kêm bûye û esnaf jî nikarin firotinê bikin. Dundar, ragihand ku ji 1'ê Hezîranê pê ve wê zêdebûna bihayan bikeve merîyetê û wiha got; “Li gor nûçeyên ku me ji rayedarên şirîketê girtine, ev zêdekirinan wê nesekinin. Em nizanin ka em çawa vê havînê biqedînin. Em niha şerm dikin ku bihayan bêjin. Ger wisa bidome, wê kes neçin dikanan. Dikandarên me hêvî dikirin dema hewa germ bibe, êvaran xelk werin û dondirmeyê bikirin. Bi bilindbûna herî dawî re, êdî ev jî ne mumkûn bûye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.