NÛÇEYÊN KURDÎ

JI 12 BAROYAN DERBARÊ OPERASYONÊN TSKYÊ DE DAXUYANÎYA HEVPAR

Ji teref 12 baroyan ve ku Baroya Amedê, Wan û Colemêrgê jî di nav de ye, bi sernavê "Divê em di her şert û mercî de aştîyê biparêzin" der barê operasyona bi balafiran ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkîyeyê (TSK) li bakurê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe dane dest pêkirin, daxuyanîya hevpar dan.

JI 12 BAROYAN DERBARÊ OPERASYONÊN TSKYÊ DE DAXUYANÎYA HEVPAR

Ji teref 12 baroyan ve ku Baroya Amedê, Wan û Colemêrgê jî di nav de ye, bi sernavê "Divê em di her şert û mercî de aştîyê biparêzin" der barê operasyona bi balafiran ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkîyeyê (TSK) li bakurê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe dane dest pêkirin, daxuyanîya hevpar dan. Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: “Herêmên ku operasyonên bi balafiran lê tên kirin; Piştê şerê navxweyî yê ku ji sala 2011’an û vir ve li Sûriyeyê didome û ji DAIŞ’ê hatin paqijkirin û ewlekarî ji nû ve lê hatîye avakirin yên ku Kurd lê dijîn e. Weke welat, bi salan e em êşên mezin dijîn ku li şûna çareserkirinê, şer, pevçûn û tundî pirsgirêkan kûrtir dike. Tişta ku îro pêdiviya me pê heye; Ne ji bo kûrkirina pirsgirêkê bi organîzekirina operasyonên leşkerî yên li herêmên ku Kurd lê dijîn, lê belê ji bo aştiyê bi hemû beşên civakê re ye. Ji bo her kesî girîng e ku Tirkîye bi çavdêriya aştîyê têkiliyên xwe yên bi gelên cîran re biparêze. Em hikûmetê vedixwînin ku li şûna destwerdanên leşkerî, li çareserîya siyasî ya aştîyane bigere."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.