NÛÇEYÊN KURDÎ

JI 22 KESÊN KU HATIN BINÇAVKIRIN 16 ROJNAMEVAN HATIN GIRTIN

Li Amedê di 8’ê Hezîranê de ji 22 kesên ku hatin binçavkirin, ji wan kesan 16 rojnamevan hatin girtin.

JI 22 KESÊN KU HATIN BINÇAVKIRIN 16 ROJNAMEVAN HATIN GIRTIN

Li Amedê di 8’ê Hezîranê de ji 22 kesên ku hatin binçavkirin, ji wan kesan 16 rojnamevan hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Amedê ve tê meşandin de dadgeh biryara girtina 16 rojnamevan da. Rêvebera JINNEWS’ê Safîye Alagaş, Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Edîtorê MA’yê Azîz Oruç, Gerînendeyê Weşana Xwebûn Mehmet Alî Ertaş, Zeynel Abidin Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elif Ungûr, Abdurrahman Oncû, Sûat Doguhan, Remzîye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn hatin girtin. Rojnamevan Esmer Tûnç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Feynaz Koçuk û Îhsan Ergûlen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Ji alîyê rojnamevan û malbatên ku li ber edlîyeyê rawestîyan, biryara dadgehê bi sloganên "Çapemenîya azad nayê bêdengkirin" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hat şermezar kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.