NÛÇEYÊN KURDÎ

JI ALÎYEK PEYAMA “HILWEŞE ÎSRAÎL” JI ALÎYEK JÎ SEWQÎYATA KEŞTÎYAN

Hate dîyarkirin ku sewqîyata bazirganîyê ya namzetê berê yê şaredarîya Bajarê Mezin a Hatayê yê AKP'ê Îbrahîm Guler a ji bo Îsraîlê ji roja ku pevçûnan dest pê kirîye û vir ve berdewam dike.

JI ALÎYEK PEYAMA “HILWEŞE ÎSRAÎL” JI ALÎYEK JÎ SEWQÎYATA KEŞTÎYAN

Hate dîyarkirin ku sewqîyata bazirganîyê ya namzetê berê yê şaredarîya Bajarê Mezin a Hatayê yê AKP'ê Îbrahîm Guler a ji bo Îsraîlê ji roja ku pevçûnan dest pê kirîye û vir ve berdewam dike.

Keştîyên Îbrahîm Guler ku di 2019an de ji AKP’ê bûbû namzetê Şaredarîya Bajarê Mezin a Hatayê, him li ser medyaya civakî dinivîse 'hilweşe Îsraîl' û him jî çûyîna keştîyên wî yên ber bi Îsraîlê ve berdewam dikin.

Di dema ku êrîşên dijwar ên Îsraîlê yên li ser Gazeyê dewam dikin, rojnamevan Metîn Cîhan ji dema ku pevçûn di 7ê cotmehê de dest pê kir û vir ve trafîka balkêş a keştîyên ku ji Tirkîyeyê ber bi Îsraîlê ve diçûn parve kir. Li gor parvekirina Cîhan ku ji agahîya di trafîka deryayî ya ku li çaralîyê cîhanê trafîka keştîyan digire tomar kirîye, tevahî 259 keştîyên bazirganîyê ji Tirkîyeyê çûne Îsraîlê.

Li gorê qeydên trafîka deryayî ya ku Metîn Cîhan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, Hatay Ro-Ro ya ku Îbrahîm Guler e, bazirganîya bi Îsraîlê re didomîne. Cîhan her wiha nivîsî ku Eren Holdîng a ku rêvebirên HUDA PARê beşdarê vekirina kargehê bûn, sewqîyata çîmentoyê ya ji bo Îsraîlê didomîne. Di nivîsa Cîhan de her wiha tê dîtin ku Guler di 11ê Gulana 2021an de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî "Îsraîl hilweşe, ez kavilên we bibînim" parve kirîye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.