NÛÇEYÊN KURDÎ

“JI AMÛRA SANSURÊ YA HIKÛMETÊ RE HIŞYARÎ! EM Ê DENGÊ XWE BILIND BIKIN!”

Cemîyeta Rojnamegerên Tirk (ATGB) a ku navenda wê li Elmanyayê ye, bi daxuyanîyekê RTUK (Lijneya Bilind a Televîzyonê ya Radyoyê) ku çapemenî û rojnamevanan ceza dike, protesto kir.

Di daxuyanîya ku ji teref Serokê Giştî Recaî Aksu ve li ser navê Lijneya Rêveberîya ATGB'ê hat dayîn, tê de wiha hat dîyarkirin, “Tirkîye ji ber erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ku navenda wê Mereş bû pêk hat, zirar û zîyaneke mezin dît.

Piştê erdhejên ku li 11 bajaran bû sedema wêranîyeke mezin û welatî ji qedera xwe re hat terk kirin û hikûmet hewl dide ku dengê welatîyan qut bike û bê deng bihêlin.

Dema ku çapemenîya serbixwe dengê bi milyonan welatîyan dida bihîstin, amûra sansurê ya hikûmetê RTÛK'ê cezayê pereyan barand. Erkê her rojnamevanekî rastgo ye ku raya giştî ronî bike û bi rexneyî rapor bike.

Weke Yekîtîya Rojnamegerên Tirk a Ewropayê em dîyar dikin ku em cezayên RTUK'ê yên ku wê di dîrokê de weke şermekê were tomar kirin, şermezar dikin û bêdeng kirina çapemenîyê, bêdeng kirina bi milyonan welatîyên me ne... Em ê dengê xwe her bilind bikin!”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.