NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BAROYA STENBOLÊ DERBARÊ JÎYAN TOSÛNÊ DE DAXUYANÎ HAT DAYÎN

Piştê du rojan Baroya Stenbolê der barê parêzer Jîyan Tosun a ku di teqîna li Kolana Îstîklalê de wek hedef hatibû nîşandan de daxuyanî da.

JI BAROYA STENBOLÊ DERBARÊ JÎYAN TOSÛNÊ DE DAXUYANÎ HAT DAYÎN

Piştê du rojan Baroya Stenbolê der barê parêzer Jîyan Tosun a ku di teqîna li Kolana Îstîklalê de wek hedef hatibû nîşandan de daxuyanî da. Rêveberîya Baroya Stenbolê ya ku ji ber destek nedabû parêzer Jîyan Tosûnê hatibû rexnekirin, daxuyanî da û wiha got, "Dema mijar dibe mafên bingehîn, parêzvanên mafan ti carî tawîz nedaye û wê jî tawîz nede. Parêzereke ku endamê baroya me ye weke kiryarê bûyerê nîşandayîn û teşhîrkirina wê li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Destûra Bingehîne ku yek ji mafên herî bingehîn ên şexsan e. Divê derbarê kesên bûne sedema vê yekê de lêpirsîna pêwîst bê kirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.