NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER BERFA ZÊDE LI WANÊ RÊYA 257 GUN HATE GIRTIN

Li Wanê ji ber barîna berfê ya zêde rêya 257 gund hate girtin.

JI BER BERFA ZÊDE LI WANÊ RÊYA 257 GUN HATE GIRTIN

Ji ber barîna berfa ku duh bi şev li Wanê bi bandor bû û heta serê sibê bi navber dewam kir, 122 gund û 135 mezra jî di nav de bi tevahî rêyên 257 cîhên niştecîhbûnê ji hatûçûnê re hate girtin.

 

Li navçeya Elbakê ku herî zêde berf lê barîya, qalindîya berfê li navenda navçeyê 30 santîm û li cîhên bilind jî 50 santîm hat pîvan. Li navçeyê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê rojek betlane hat dayîn ji dibistanên seretayî û navîn re.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.