GÜNDEM

JI BER DEYNAN ÎLANA FIROTINA GURÇIKÊ XWE PARVE KIR

Li Tirkîyeyê ji ber neçarîya deynan hemwelatî gurçikên xwe didin ber firotinê.

JI BER DEYNAN ÎLANA FIROTINA GURÇIKÊ XWE PARVE KIR

Li Tirkîyeyê ji ber neçarîya deynan hemwelatî gurçikên xwe didin ber firotinê.

Hat dîyarkirin ku di van demên dawîn de li ser Medya Civakî ilan û agahîyên “Ez nikarim deynê xwe bidim” dest bi dayîna îlana firotina gurçikan hatîye kirin. Li gor nûçeya Rojnameya Bîrgunê, hat dîyarkirin ku ji ber krîza aborî ya li welêt û bi zêdebûna enflasyonê re zêdebûna xizanîyê, bi taybetî jî welatîyên deyndar hewl didin ku weke çareya dawîn hinavê xwe bifroşin.  Di komên medyaya civakî yên bi navê 'lêgerên gurçik û organan' de welatî dinivîsin ku organên xwe difiroşin. Ev kesên ku dibêjin di rewşeke zehmet de ne, dîyar dikin ku rewşa sihet û tenduristîya wan baş e û ger hewce û pêwîst be ew dikarin werin herderê. Di îlana hemwelatîyekî ku bavê 4 zarokan e wiha dibêje, “Ez dixwazim gurçika xwe bifiroşim. Bi zelalî dinivîsim. 4 keçên min hene û ez nikarim kirêya xanî bidim. Ji ber vê yekê min biryarek wiha da, ez dixwazim rêz li biryara min bê girtin. Wek bav, gava ku keçên min tiştek ji min dixwazin, ez şerm dikim.” Îlanên kesê dixwazin gurçikên xwe bifroşin di li ser înternetê li cîyê lêgrînê de wek popul tê xuya kirin. Bajarê ku herî zêde lêgerîna "Ez gurçika xwe difiroşim" yê yekemîn îzmîr e û di pey re jî  bajarê Stenbol û Enqere tê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.