NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER EFÛKIRINA KUJERÊN MADIMAK’Ê RE JI ŞÛRAYA DEWLETÊ RE DOZ HAT VEKIRIN

Yeter Gultekîn ku hevjîna Hasret Gultekîn a li Madimakê hat qetilkirin e, derbarê efûkirina ji bersûcên Qetlîama Sêwasê Hayrettîn Gul ku ji alîyê Serokkomar Erdogan ve hatibû efûkirin, serî li şûrayê dewletê da.

Doza têkildarî şewitandina Otela Madimak a Sêwasê di 2'ê Tîrmeha 1993'an de û qetilkirina 33 rewşenbîr û hunermend û 2 xebatkarên otêlê, di 14'ê Îlonê de bi hinceta "dem borî" hatibû betalkirin. Serokkomar Erdogan hefteyek berîya vê biryarên ji bersûcên doza Komkujîya Sêwasê Hatrettîn Gûl, bi hinceta "Nexweşîya daîmî" cezayê wî efû kir.

Li ser vê Yeter Gultekîn, ji bo efûkirina cezayê Gul serî li Şûraya Dewletê da. Yeter Gultekîn ji rojnameya Cumhuriyetê re axivî û got, “Efûkirin encax dema ku berpirsyarên rastî bên darizandin û edalet pêk were, pêkan e. Ev efûya taybet agirekî nû ye ku ketiye dilê dayikên ku zarokên wan li Madîmakê hatine qetilkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.