NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER EMBARA QAÇAX ÇEND SALE NIKARIN TÊKEVIN AVAHÎYÊ

Li Amedê ketina avahîyeke ku 24 xanî tê de ye, ji ber depoya ku kesekî bi qaçaxî çêkirîye, welatî nikarin têkevin avahîyê.

JI BER EMBARA QAÇAX ÇEND SALE NIKARIN TÊKEVIN AVAHÎYÊ

Navçeya Baglarê li Kolana Dr. Ahmet Bîlgîn li ber derîyê Avahîya Sûleymanoglû depoyeke derqanûnî hat çêkirin.

 

Şênîyên avahîyê, ji dikana binê avahîyê derbas dibin û diçin malên xwe. Esnafê ku ji ber vê rewşê nikaribû bazirganîyê bike, dikana xwe firot. Lê belê xwedîyê nû yê dikanê got ku ew ê rê nedin derbasbûna ji dikana wî.

 

Tevê serlêdanên şênîyên avahîyê ji sazîyên fermî yên têkildar re û biryara dadgehê jî depoya qaçax ji alîyê şaredariyê ve nayê hilweşandin. Şênîyên avahîyê dîyar kirin ku ger pirsgirêk neyê çareserkirin ew li ber şaredarîyê çalakî li dar bixin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.