NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER ERDHÊJÊ DI CÎHÊN DÎROKÎ YÊN AMED DE XISAR ÇÊBÛ

Li Ameda ku di nav 10 bajarên ku ji ber 2 erdhejên Mereşê bi bandor bûn, li gor tespîtên ewil 33 avahî xera bûn.

JI BER ERDHÊJÊ DI CÎHÊN DÎROKÎ YÊN AMED DE XISAR ÇÊBÛ

Li Ameda ku di nav 10 bajarên ku ji ber 2 erdhejên Mereşê bi bandor bûn, li gor tespîtên ewil 33 avahî xera bûn.

Li Amedê ku heta niha 19 avahî hilweşîyan û 394 kesan jîyana xwe ji dest dane, Sûrên Amedê yên ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digirin, di navbera birc û derîyên dîrokî de 30 cîyan zirar dîtine. Ji ber erdheja li bajêr Minareya Çar Ling a dîrokî, Mizgefta Behram Paşa û Mizgefta Safa jî zirar dîtine. Ji bo tesbîtkirina xisarên li avahîyên dîrokî ji teref Komeleya Parastina Mîrateyên Çandî û Xwezayî ya Amedê ve rapora çavdêrîyê hat amadekirin. Di rapora ku di 9, 10 û 11ê Sibatê de hat amadekirin de, bi giştî di 30 noqteyan de terk û hedimandin û gelek cureyên xisar û zîyanê hatine tesbît kirin. Hat dîyarkirin ku li hin deveran rîska ketina keviran heye. Di raporê de Birca Keç jî zirar dîtîye, hat dîyarkirin ku minareya dîrokî ya çar ling, minareya Mizgefta Safa, Mizgefta Behram Paşa û Îçkale zirar dîtine.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.