NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER ÎFADEYA PIŞTÊ 8 SALAN DERBARÊ TÛGLÛKÊ DE DOZNAMEYEK NÛ

Ji bo sîyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a ku bi rapora "nikare li girtîgehê bimîne" hatibû berdan, îdîanameyek nû hat amadekirin.

JI BER ÎFADEYA PIŞTÊ 8 SALAN DERBARÊ TÛGLÛKÊ DE DOZNAMEYEK NÛ

Ji bo sîyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a ku bi rapora "nikare li girtîgehê bimîne" hatibû berdan, îdîanameyek nû hat amadekirin. Li gorê nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di îdianameyê de li ser îfadeya kesê bi navê Turgut Taşkiran ê di sala 2014'an de di êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberê Kobanê de birîndar bibû û bi îdîaya endamê rêxistinê ye, Piştî 8 salan li Edeneyê îfade da Serdozgerê Komarê û îdia kir ku Aysel Tûglûkê alîkariya wî kiriye. Taşkiran ê ku îdia kir di êrîşên DAIŞ'ê yên sala 2014'an de birîndar bûye, her wiha dibêje parlamenterên wê demê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tugluk û Faysal Sariyildiz jî li nexweşxaneyê çûne serdana wî. Di îdianameya ku tê xwestin bi sûcê "endamtiya rêxistina terorê" di navbera 7 sal û 6 meh û 15 salan de cezayê girtîgehê li Tûglûk were birîn, bi dosyaya ku bi heman sûcdarîyê ku li Dadgeha Cezayê Giran a 4emîn a Amedê hatîye vekirin bikin yek dosyayê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.