NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER GERMAHÎYA HEWAYÊ AJOKAR HATIN HIŞYAR KIRIN: SIWAREYÊN 10-13 SALÎ BIKARNEYNIN, DIŞEWITE!

Li Amedê termometreyan 45 pile nîşan da. Di nava 2 hefteyên dawî de 50 bûyerên şewtandina siwareyan çêbûn.

Li bajarê ku germahîya hewayê wê hîn zêde bibe, hostayên ceyrana siwareyan û pisporan, xwedîyê siwareyan îqaz kirin û pêşnîyar kirin ku berîya danê êvarê demjimêr 16.00an dernekevin derve.

Pispor dibêjin, “Karekî we yê lezgîn û pêwîst tunebe, dernekevin derve.” Her wiha Midûrîyeta Herêma 15emîn a Meteorolojîyê jî daxuyand ku germahîya hewayê, wê heta 14ê tebaxê gelekî zêde bibe û ji 6 pile heta 10 pile wê bilind bibe.

Li Amedê, di navbera 2 hefteyên dawî de 50 siwareyên temenê wan di navbera 10 û 30 salî de, agir pêketin û şewitîn.

Hostayê Elektrîka Siwareyan Veysî Vûral, derbarê mijarê de wiha got, "Siwareyên kevn û temenê wan heta 30 salî, divê dernekevin rêyên dirêj. Îhtîmal heye ku agir pêkeve û bişewite.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.