NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER KU ÊRÎŞÊN LI ZANÎNGEHAN ANÎ ROJEVÊ RASTÊ HEQARETÊ HAT

Cîgira Serokê Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, êrîşên dawî yên li ser xwendekarên li zanîngehan ku ji alîyê kesên derveyê zanîngehê ve tên kirin, li Meclîsê anî rojevê.

Beştaşê her wiha li ser Twitterê di parvekirina xwe de got, “Komên ku navê neteweperest û îdealîst li xwe dikin, li zanîngehan êrîşê xwendekarên çepgir, sosyalîst û mûxalîf dikin. Êrîşkar jî ne xwendekar in… Bila tavilê were eşkere kirin! Êrîşkeran neparêzin û veneşêrin." Piştê ku ji ber vê parvekirinê bi şîroveyan heqaret lê hate kirin, Beştaşê li ser Twitterê dîsa bi parvekirinekê wiha got, “Tiştên ku di bin nivîsa min de hatine nivîsandin û parvekirin, tiştên ku min bi eşkere gotîye piştrast dike û sûcê xwe qebûl dike. Ez ê li hemberê her yek ji we gilîyê sûc bikim.” 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.