NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER MIJÊ LI AMEDÊ DI SEFERÊN BALAFIRAN DE ASTENGÎ ÇÊBÛ

Ji ber mijê ku tesîra xwe li Amedê kir, di hin seferên balafiran da astengî pêk hat.

JI BER MIJÊ LI AMEDÊ DI SEFERÊN BALAFIRAN DE ASTENGÎ ÇÊBÛ

 

Ji ber mijê ku tesîra xwe li Amedê kir, di hin seferên balafiran da astengî pêk hat.

Piştê barana duh a li bajêr, mija ku danê vê sibehê çêbû bandoreke neyînî li jîyanê kir.

Ji ber mijê ku îro danê sibê derket holê, dîtin kêm bû û ajokar di trafîkê de bi zehmetî pêş de çûn.

Ji ber mijê hin seferên balafiran hatin paşxistin. Li gor rapora Midûrîyeta Amedê ya Meteorolojîyê, hat dîyarkirin ku îşev û sibê danê sibê dibe ku mij derkeve û divê ajokar û welatî baldar bin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.