NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER MIJA ZÊDE LI AMEDÊ 6 SEFERÊN BALAFIRAN BETAL BÛ

Li Amedê ji ber mija zêde 6 seferên balafirê hatin betalkirin, 2 balafirên ku li Amedê nikarîbûn dakevin ber bi balafirgehên din ve hatin şandin.

JI BER MIJA ZÊDE LI AMEDÊ 6 SEFERÊN BALAFIRAN BETAL BÛ

 

Mija gurr a ku ji duh êvarê û vir ve li Amedê zêde bûye, bandoreke neyînî li hatûçûna li hewa û erdê kir.

Li ser xeta Stenbol, Îzmîr û Enqereyê ku divîyabû duh bi şev ji Balafirgeha Amedê bi hev ra bihatana kirin, bi tevahî 6 seferên balafiran hatin betalkirin.

Her du balafirên ku ji Balafirgeha Sabiha Gokçen a Stenbolê rabûn, ji ber mijê ya li Amedê ber bi balafirgeha Elezîzê ve hatin veguhestin. Ekîbên trafîkê hişyarî da ajokaran ku li ser rêyan baldar bin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.