NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER PEYAMA KOMKUJÎYA ERMENÎYAN LI BAROYA AMEDÊ LÊPIRSÎN

Serdozgerîya Komarê ya Amedê, di derbarê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û Lîjneya Rêveberîyê de ji ber ku Boraya Amedê di salvegera Komkujîya Ermenîyan a 24'ê Nîsana 1915'an de, di teblîga xwe de “Em êşa felaketa mezin parve dikin" gotîbû, bi hinceta ku "Heqaret li miletê Tirk, Dewleta Komara Tirkîyeyê, sazî û organên dewletê kirine” lêpirsîn da destpêkirin.

Di daxuyanîya Baroya Amedê ya di derbarê mijarê de wiha hate gotin; “Bê kî çi dibêje û çi bike; daxuyanîyên me tenê dubarekirina helwesta me ya dîrokî ye, Gefên lêpirsînê nikarin me ji vê helwesta dîrokî dûr bixin.” Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de, di derbarê destpêkirina lêpirsînê de wiha got; "Baroya Amedê, bi hemû hêza xwe azadîya ramanê diparêze û ji ber zext û lêpirsînan wê azadîya xwe ya îfadekirinê sînordar neke. Gotinên ku em dibêjin li gor nirxên me ne û em ê bi awayekî li gor nirxên xwe yên dîrokî jî biparêzin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.