NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER XEBATÊN ASFALTÊ WÊ KOLANA GÎRNÊ LI TRAFÎKÊ BÊ GIRTIN

Kolana Gîrne ya navçeya Rezanê, ji ber xebatên asfaltê wê li çûnûhatina siwareyan bê girtin.

JI BER XEBATÊN ASFALTÊ WÊ KOLANA GÎRNÊ LI TRAFÎKÊ BÊ GIRTIN

Kolana Gîrne ya navçeya Rezanê, ji ber xebatên asfaltê wê li çûnûhatina siwareyan bê girtin. Navenda Koordînasyona Veguhastinê ya Şaredarîya Bajarê Mezin (UKOME) ji ber xebata asfaltê ya ku wê li ser Kolana Gîrne bê kirin, biryar da ku di 17’ê Hezîranê roja Înê saet di navbera 06:00-17:00an de, kolan li trafîkê siwareyan bê girtin. Siwareyên gel ên ku Kolana Girne bikar tînin, di navbera saetên ku wê ji trafîka siwareyan re girtî be wê ber bi Kolana Nûkhet Çoşkun, Kolana Emek û Kolana Medîne ve werin sewqkirin. Di dema xebatê de wê xebatkar ji bo ewlehîya peyayan li kolanê hebin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.