NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER XELETÎYEK 20 NEXWEŞÊN LUPUS NIKARE EMELÎYAT BIBE

Ji ber xeletîya memûrek 20 nexweşên Lupus amelîyatên wan ê qirik hat betalkirin.

JI BER XELETÎYEK 20 NEXWEŞÊN LUPUS NIKARE EMELÎYAT BIBE

Li Amedê emelîyata qirik ên 20 nexweşên Lupus ji ber xeletîya hevpeyvîna memûrek, hat taloqkirin.

 

Prof. Dr. Îbrahîm Uygun ku ji bo emelîyata zarokên bi nexweşîya lupus, bi wezîfeya demkî hat Amedê dîyar kir ku li Zanîngeha Zanistên Tenduristîyê ya Kutahyayê dixebite û berê li Amedê dixebitî.

 

Dr. Uygun, dîyar kir ku li Amedê bi taybetî jî li vê herêmê gelek nexweşên lupus hene û got ku nexweşên lupusan taca serê wan e û ji bo tedawîya wan ew amade ne ku her cure xizmetê bidin.

 

Dr. Uygun dîyar kir ku ji bo emelîyatan 3 meh berê ji wezaret û hemû sazîyên pêwendîdar erêkirina wan wergirtîye û got ku ji ber xeletîya hevpeyvîna memûrek a Midûrîyeta Tenduristîyê ya Bajarê Amedê emelîyatên ku dihatin plankirin hatin betalkirin.

 

Her wiha hat dîyarkirin ku wê dîsa planên emelîyatê bên çêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.