NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER ZIRARA GIŞTÎ YA DI KONBAJARAN DE WÊ GILÎYÊ SÛC BÊ KIRIN

Hevserokê Odeya Mîmaran a Amedê Ferît Kahraman, diyar kir ku çîroka bajarê konê ku li qiraxa çemê Dîcleyê hatiye avakirin, bi tevahî fiyaskoyekê pêk aniye û li konê ku bi milyonan lîre lê xerc bûye, kes lê najî.

Kahraman bal kişand ku li gel hemû hişyariyan jî, li Amedê kesên bi israr, li qeraxên çemê Dîcleyê konbajar ava kirin, ji ber lehiyê cih bi temamî vala kirin û bûn sebebê xesar û zîyana maddî.

Kahraman diyar kir ku ji ber zerara gel wê gilîyê sûcê bikin û anî ziman ku li Amedê dema ku li gelek bajaran pêwîstî konan hebû, wan rast nedîtin ku van konan bela sebeb bêkêr bibin û wiha got: "Ji ber bêhêziya rayedaran gazindên welatiyan qat bi qat dewam kir. "

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.