NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BEYANATA ‘KOMKUJÎYA ERMENÎYAN’ A BAROYA AMEDÊ RE BERAAT

Di doza ku Serokê Baroya Amedê ji ber îfadeya xwe ya "komkujiya ermenî" ya ku di 24ê Nîsana 2018an de bi daxuyaniyeke nivîskî di salvegera Komkujîyê bi kar anîbû, dihat darizandin, biryara beraatê hat dayîn.

JI BEYANATA ‘KOMKUJÎYA ERMENÎYAN’ A BAROYA AMEDÊ RE BERAAT

Di doza ku Serokê Baroya Amedê ji ber îfadeya xwe ya "komkujiya ermenî" ya ku di 24ê Nîsana 2018an de bi daxuyaniyeke nivîskî di salvegera Komkujîyê bi kar anîbû, dihat darizandin, biryara beraatê hat dayîn. Di rûniştina ku li 11. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, endamên Lijneya Rêveber Ahmet Dal, Erhan Aytekîn, Firat Ûger, Gazal Bayram, Serdar Çelebî, Ozgur Yilmaz Biçen, Omer Şeran, Mehmet Akbaş, Muhlis Oğurgül, Teyfik Karahan û parêzerên wî amade bûn. Serokê Baroyê yê berê Cîhan Aydin ku li dijî sûcdariyê parastin kir, bi bîr xist ku wê demê li Amedê nifûsa Ermenîyan ji sedî 34 bû, lê îro hejmara Ermenîyên li Amedê 10-15 kes in û wiha got: "Pirsa ku em li bersiva wê digerin ev e ku çi hatîye serê nufûsa Ermenîyan? Em bi wiha li meseleyê dinêrin. Ev gotin banga heqîqet û rûbirûbûnê bû. Em wek siyasetmedaran li gor konjonkturê li mijarê nanêrin. Em ji alîyê heqîqet û rûbirûbûnê ve li meseleyê dinêrin. Daxuyanîya me daxuyanîyeke ku şênîyên vê erdnîgarîyê bi awayekî aştîyane bi hev re bijîn e." Heyeta dadgehê piştê parastina parêzeran biryara xwe eşkere kir û biryar da ku hêmanên hiqûqî yên sûc tine ne û biryara beraata hemûyan da.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.