NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO 10 KESÊN KU LI DAWETÊ ŞALÊN KESK, SOR ZER LI XWE KIRIN BIRYARA GIRTÎNÊ

Ji bo 10 kesan bi hinceta di dawetê ya li Stenbolê de şalên kesk, sor û zer li xwe kirine, biryara girtinê hat dayîn.

JI BO 10 KESÊN KU LI DAWETÊ ŞALÊN KESK, SOR ZER LI XWE KIRIN BIRYARA GIRTÎNÊ

Ji bo 10 kesan bi hinceta di dawetê ya li Stenbolê de şalên kesk, sor û zer li xwe kirine, biryara girtinê hat dayîn.

Piştê daweta ku li qesra dawetê ya şaredarîyê ya Stenbolê hat kirin, duh zava û 9 kesên ku beşdarê dawetê bûbûn, ji bo îfadeyê hatin gazîkirin. Zava Mesût Karçik û kesên pê re, ji ber şalên kesk, sor û zer li xwe kiribûn hatin binçavkirin. Stranên di dawetê de hatin gotin jî bûn mijara sûcê. Serdozgerîyê îdîa kir ku di dawetê de slogan hatin qîrîn û kesên ku hatin binçavkirin, bi îdîaya "propagandaya rêxistina terorê" hatin sûcdarkirin. Girtîyan, dîyarkirin ku şal rengê wan ê neteweyî ye, nûnertîya tu rêxistinê nake û sûcê qebûl nekirin. 10 kes bi daxwaza girtinê sewqê Edlêyeya Cezaya Sulhê hatin kirin. Ji alîyê din ve hat hînbûn ku muzîkjenên ku hatine dawetê jî, di nav lêpirsînê de ne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.