NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO 11 BAJARÊN LI HERÊMA ERDHEJÊ HIŞYARÎYA BARANA ZÊDE HAT KIRIN

Meteorolojîyê ji bo 11 bajarên herêma erdhêjê hişyariya barana zêde da û dibêje ji ber egera lehiyê divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li gorî nirxandina dawî ya ku ji teref meteorolojîyê ve hat kirin, tê texmîn kirin ku ew ê li giştîyê welat hewa bi ewr be, li peravê Egeyê, Rojhilata Behra Sipî, Rojhilata Behra Reş, Başûrê Rojhilata Anadolûyê ewê baranek pir bibare. Ji ber vê yekê, ji welatîyan hat daxwazkirin ku bi tedbîr bin. Tê texmînkirin ku sibeh û bişev, li Navîn û Rojhilatê, cîh cîh ewê mij, li beşên Rohilatê jî cemed bên dîtin. Li navenda Rojhilatê Behra Reş û li cîhê bilind ên Rojhilatê jî talûkeya aşîtê heye. Tê texmînkirin ku di germbûna hewayê de tu cudahî çênabe û ewê wek demsalê berdewam bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.