NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO 19 MÎLYON XWENDEKARAN ÎRO BETLANE DEST PÊ DIKE

Di sala perwerde û hindekarîyê ya 2022-2023an de 19 mîlyon xwendekar wê di navbera 17 û 20ê Nîsanê de betlaneya xwe ya duyemîn bikin.

JI BO 19 MÎLYON XWENDEKARAN ÎRO BETLANE DEST PÊ DIKE

Di sala perwerde û hindekarîyê ya 2022-2023an de 19 mîlyon xwendekar wê di navbera 17 û 20ê Nîsanê de betlaneya xwe ya duyemîn bikin.

Li gor salnameya Wezareta Perwerdehîya Netewî, îsal betlaneya duyemîn a navîn wê di navbera 17-20ê Nîsanê de bê tetbîqkirin û bi betlaneya Cejna Remezanê ya di 21ê Nîsanê de jî wê bikin. Xwendekar wê îro dersên xwe yên dawîn berî betlaneya navîn a nîvsala duyemîn bidin. Betlaneya navdemê wê roja duşemê 17ê Nîsanê dest pê bike û roja pêncşemê 20ê Nîsanê danê nîvro, şeva Cejna Remezanê bi dawî bibe. Duyemîn betlaneya nîvdemê ya 3 roj û nîvan wê bi betlaneya fermî ya Cejna Remezanê re bikin yek. Di dema betlaneyê de wê mamoste li ser betlaneya îdarî bêne hesibandin. Piştî betlaneya navîn, ji 24ê Nîsanê roja Duşemê ve xwendekar wê li dibistanan perwerdeya xwe bidomînin. Serdema perwerdeyê ya ku di 12ê Îlona 2022an de dest pê kir, wê di 16ê Hezîrana 2023an de biqede.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.