NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO 81 BAJARAN GIŞTÎNAMEYA BIKARANÎNA MASKEYÊ YA LI QADÊN GIRTÎ

Wezareta Karên Navxweyî, di derbarê "li qadên girtî de bikaranîna maskeyan" giştînameyekê weşand.

JI BO 81 BAJARAN GIŞTÎNAMEYA BIKARANÎNA MASKEYÊ YA LI QADÊN GIRTÎ

Wezareta Karên Navxweyî, di derbarê "li qadên girtî de bikaranîna maskeyan" de giştînameyekê weşand. Di giştînameyê de hat dîyarkirin ku rêgez û prensîbên di derbarê xebatên jiyana civakî yên di pêvajoya pandemiyê de, li gor rêya şewbê û pêşnîyarên Wezareta Tenduristîyê hatine destnîşankirin. Di vê çarçoveyê de, ji 27’ê Nîsana 2022’an û vir ve bikaranîna maskeyê, ji bilî veguhestina giştî û sazîyên tenduristîyê, li hemû qadên girtî bi dawî bûye. Li qadên girtî yên wesayîtên veguhestina giştî û sazîyên tenduristîyê, heya ku hejmara weqaya rojane dakeve binê 1000î, wê mecbûrîyeta bikaranîna maskeyan berdewam bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.