NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO BALÊ BIKŞÎNE SER TUNDÎYA LI JINÊ BROŞUR HAT BELAVKIRIN

Li navçeya Sûrê ji alîyê jinên ku di gelek sazîyên sivîl û pîşeyî yên Amedê de dixebitin, broşurên agahdarkirinê yên ku balê dikişîne ser tundîya li ser jinê, hat belavkirin.

Jinên ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Jinan a Rosa, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê (THÎV), Komeleya Hiqûqnasan a Azadîyê (ÖHD) û gelek sazîyên sivîl û pîşeyî, di çarçoveya Pêngava 10-17’ê Kanûnê ya Mafên Mirovan de buroşur belav kirin. Jinan broşurên ku tê de agahîyên li ser jinên rastî tundîyê tên divê çi bikin hatin belavkirin û dîyar kirin ku ger rastê tundîyê bên dikarin serî li Komeleya Jinan a Rosa, ÎHD, Xeta Piştevanîya Civakî, Xeta Alîkarîya Lezgîn a tundîya Malbatê û polîsan bidin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.