NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO ENCAMA KOLANA GRE FILLA DAXWAZA LÊKOLÎNÊ YA MECLÎSÊ HAT KIRIN

Parlamentera Amedê ya DEM Partî Ceylan Akça Cûpolo, encama kolana Gre Filla ji Wezîr Mehmet Nûrî Ersoy pirsî.

JI BO ENCAMA KOLANA GRE FILLA DAXWAZA LÊKOLÎNÊ YA MECLÎSÊ HAT KIRIN

Ji bo tesbîtên derbarê kolandina Gre Filla ya li navçeya Karazê ya Amedê de lêpirsîna Meclîsê hat daxwazkirin.

 

Parlamentera Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) a Amedê Ceylan Akça Cûpolo, ji bo ku Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nûrî Ersoy bersivê bide pirsnameyek pêşkeşê Meclîsê kir.

 

Di pirsnameya ku ji 12 pirsan pêk tê de bi kurtasî wiha hat gotin, "kolana Gre Filla jê hêla kê û bi beşdarbûna kîjan zanyaran ve tê kirin? Her çend di encama kolandinê de encamên zanistî yên girîng derketibin holê jî, çima kolandina arkeolojîk bi beşeke biçûk hat sînordarkirin û nehat berfirehkirin?”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.