NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO GUZEL A HDPYÎ BIRYARA ‘LIJNEYA AMADEKAR’ HAT DAYIN

Lijneya Hevbeş a Destûra Bingehîn û Edaletê ya Meclisê bi serokatiya Parlamenterê Tokatê yê AK Partiyê Yusuf Beyazıt civiya.

JI BO GUZEL A HDPYÎ BIRYARA ‘LIJNEYA AMADEKAR’ HAT DAYIN

Lijneya Hevbeş a Destûra Bingehîn û Edaletê ya Meclisê bi serokatiya Parlamenterê Tokatê yê AK Partiyê Yusuf Beyazıt civiya.

Komîsyonê li ser 'rapora nedewamkirinê' ya Serokatiya Meclîsê ku bi daxwaza betalkirina parlamenteriya Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel hatibû amadekirin, nîqaş kir.

Serokê Komîsyonê Beyazît da zanîn ku Wekîla Amedê Semra Guzel bêyî hincet û destûr beşdarî 6 civînên Lijneya Giştî ya ku 5 ji wan di meha Hezîrana îsal de bûn, nebû.

Beyazît bi bîr xist ku di warê xebatên yasayî de, rêgeza bingehîn e ku parlamenter beşdarî xebatên komîsyonê û civîna giştî bibin û got, "Nebûna parlementeran pirsgirêkek e ku bandoreke neyînî li desthilatdariya meclîsê û navûdengê wê dike.

Pêwîste li gorî rêûresma gotûbêjkirina dosyayên parêzbendiya parlementoyê komîsyoneke amadekar bê avakirin û bi gotûbêjkirina raporta ku ji aliyê vê komîsyonê ve li Komîsyona Hevbeş hatiye amadekirin, bigihin biryarê.

Piştî ku Komîsyona Amadekar rapora xwe amade kir, wê dîsa mijar bikeve rojeva me û di wê civînê de bi berfirehî gotûbêj bê kirin û biryar bê dayin.”

Cîgira Serokê Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş a li komîsyonê axivî, bertek nîşanî biryara Dîwana Serokatiya Meclîsê da û diyar kir ku ev biryar bi zanebûn hatiye girtin û heta niha ji bo ewqas kesên ku nehatine meclîsê bangewaziyek nehatiye kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.