GÜNDEM

JI BO HESABÊN KKMÊ ŞERTA FAÎZÊ YA HERÎ KÊM HAT BETALKIRIN

Banka Navend ya Komara Tirkiyeyê (CBRT) ji bo hesabên mewdûat a Parastî ya Bi Lîreyê Veguhezbar (KKM) şerta faîzê ya herî kêm betal kir.

JI BO HESABÊN KKMÊ ŞERTA FAÎZÊ YA HERÎ KÊM HAT BETALKIRIN

Banka Navend ya Komara Tirkiyeyê (CBRT) ji bo hesabên mewdûat a Parastî ya Bi Lîreyê Veguhezbar (KKM) şerta faîzê ya herî kêm betal kir.

Banka Navend bi rêziknameya KKMê gavên xwe yên ji bo zêdekirina cazîbeya TLyê ya di pergala bankayê de didomîne.

Bi guherîna ku di talîmata serîlêdanê de hat kirin, di hesabên parastî yên rêjeya veguhertina TL de pêwîstiya faîza herî kêm hat rakirin.

Ji ber vê yekê rê li ber bankan vebû ku ji bo hesabên parastî yên bi TL'yê re faîza di bin rêjeya polîtîkayê de bidin.

Bi guhertinê re wê depoyên standard ên mewdûata TL werin piştgirî kirin û faîza ku ji KKM re tê dayîn wê ne cazîb be.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.