NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO HILBIJARTINÊ DÎYARKIRINA NAVNÎŞANAN ÎRO ROJA DAWÎ YE

Ji bo mexdûrên erdhejê yên ku wê di hilbijartinên 14ê Gulanê de dengê xwe bidin, ji bo dîyarkirina guhertina navnîşanan îro roja dawî ye.

JI BO HILBIJARTINÊ DÎYARKIRINA NAVNÎŞANAN ÎRO ROJA DAWÎ YE

Ji bo mexdûrên erdhejê yên ku wê di hilbijartinên 14ê Gulanê de dengê xwe bidin, ji bo dîyarkirina guhertina navnîşanan îro roja dawî ye.

Hilbijêrên ku ji ber erdhejan cîh û warên xwe terikandin, ji bo li cihê xwe yê niha dengê xwe bikarbînin, divê îro navnîşana xwe biguherînin.

Hem kesên ku koçî bajarên cuda kirine û hem jî yên li herêmê li konbajar û konteyniran dimînin, wê bikaribin îro heta nîvê şevê demjimêr 23:59’an agahîya guhertina navnîşanan bidin.

Agahîyên guherandina navnîşan dikarin bi rêya e-dewletê û Midûrîyetên Nifûsê bêne kirin. Kesên li otel û mêvanxaneyan jî dimînin dikarin ji bo dengdayînê heman navnîşanê dîyar bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.