NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO HILBIJARTINÊ LI OTOGARÊN BAJARAN SEFERÊN ZÊDE DEST PÊ KIR

Berîya hilbijartinên 14'ê Gulanê, li otogaran seferên zêde destpêkirin. Serokê Federasyona Fîrmayên Hemî Otobusan (TOF) Mustafa Yildirim, dîyar kir ku hin şîrketan ji bo hilbijartinê li seferên xwe zêde kirine û ew ê giranîya sereke rojên Pêncşem, În û Şemîyê pêk were.

Yildirim dîyar kir ku di nav kesên ku ji derveyê bajêr tên û diçin de, xwendekar hene û got, "Partîyên sîyasî jî ji bo veguhestina hilbijêran otobusan kirê dikin. Vê yekê jî bandor li bazarê kirî ye. Xuya ye ku wê bi giştî 5-6 roj di derbarê hilbijartinê de hatin û çûn zêde be. Kesên ku ji herêma erdhêjê koç kirine jî, ji bo dengê bidin vedigerin herêmê û ev yek jî tesîrê li seferan dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.