NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO KARMENDÊN TENDURISTÎYÊ DARISTANA BÎRANÎNÊ HAT ÇÊKIRIN

Li Amedê ji bo xebatkarên tenduristîyê yên di erdhejên navenda wê Mereş de jîyana xwe ji dest dane 'Daristana Bîranînê' hat çêkirin.

JI BO KARMENDÊN TENDURISTÎYÊ DARISTANA BÎRANÎNÊ HAT ÇÊKIRIN

Li Amedê ji bo xebatkarên tenduristîyê yên di erdhejên navenda wê Mereş de jîyana xwe ji dest dane 'Daristana Bîranînê' hat çêkirin.

Li ser rêya Farqîna Amedê, ji bo 448 kedkarên tenduristîyê yên li 11 bajaran di erdhejê de jîyana xwe ji dest dane, ji alîyê xebatkarên tenduristîyê yên endamên Yekîtîya Tenduristîya Ciwanên Amedê ve ji bo daristana bîranînê dar hatin çandin.

Seroka Şaxa Jinan a Yekîtîya Ciwanên Tenduristîyê ya Amedê Tûlay Polat, dîyar kir ku ji bo bîranîna kedkarên tenduristîyê yên di erdhejê de jîyana xwe ji dest dane ji alîyê xebatkarên tenduristîyê yên dildar ve dar hatin çandin.

Polat di daxuyanîya xwe de wiha got: "Em weke Yekîtîya Ciwanên Tenduristîyê yên Amedê, li ser navê 448 personelên tenduristîyê yên di erdhejê de jîyana xwe ji dest dan, ji bo bîranînên xwe zindî bihêlin û neyên jibîrkirin, em daristana xwe ya bîranînê vedikin. Em hêvîdar in ku li welatê me û li cîhanê karesateke wiha dubare nebe. Bila rihê hemû welatîyên me yên di erdhejê de jîyana xwe ji dest dane her şad be. Em dixwazin navên wan sax bimînin û li her darekê em ê sê navan lê bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.