NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO KESÊN DIXWAZIN BIBIN NAMZED PÊVAJOYA ÎMZEYÊ DEST PÊ KIR

Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener, dîyar kir ku ji bo Hilbijartina Serokomarîyê û Hilbijartina Parlamenterîyê ya Serdema 28emîn ku wê di 14ê Gulanê de ji alîyê hilbijêran ve bên dîyarkirin, îro pêvajoy îmzeyan dest pê kir

JI BO KESÊN DIXWAZIN BIBIN NAMZED PÊVAJOYA ÎMZEYÊ DEST PÊ KIR

Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener, dîyar kir ku ji bo Hilbijartina Serokomarîyê û Hilbijartina Parlamenterîyê ya Serdema 28emîn ku wê di 14ê Gulanê de ji alîyê hilbijêran ve bên dîyarkirin, îro pêvajoy îmzeyan dest pê kir. Yener wiha got, “Namzedên me yên serokomarîyê yên ku ji alîyê hilbijêran ve di hilbijartinên serokomarî û parlementoyê de hatin dîyarkirin, duh ji alîyê komîteya me ve hatin eşkerekirin. Proseya îmzeyan a kesên ku dixwazin ji alîyê hilbijêran ve bên dîyarkirin îro dest pê kir û wê 27’ê Adarê roja Yekşemê saet 20:00’an bi dawî bibe. Ji îro pê ve, bi serîlêdana nû ya ku ji hêla Desteya me ve hatî çêkirin, wê di cih de were şopandin ka ji her namzetekî re li ser bingehê parêzgeh-navçe çend îmze hatine dayîn. Daneyên derbarê mijarê de, wê di dawîya rojê de bi raya giştî re bên parvekirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.