NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO KOÇA BI EWLE YÊN FILISTÎNÎYÊN LI GAZEYÊ RE 6 SAET DESTÛR

Îsraîl ji bo Filistînîyên ku Gazeyê derbikevin re 6 saet destûr da. Wezareta Karên Navxweyî ya Gazeyê îdîakir ku Îsraîl bi balefirên şer êrîşê kerwana Filistînîyan kir û herî kêm 70 kes jîyana xwe ji dan, zêdeyê 200 kes jî birîndar bûn.

Pevçûnên ku piştê Operasyona Tofana Eqsayê ya ku Hemas û yekîneyên girêdayê wê li dijî Îsraîlê dabûn destpêkirin di roja xwe ya 8emîn de berdewam dike.

Operasyona bejayî ya Îsraîlê bi şev dest pê kir.

Îsraîl îro di navbera saet 10:00 û 16:00an de rê da derbasbûna bi ewle ji bo Gazeyîyan.

Li gor daxuyanîya Wezareta Karên Navxweyî ya Gazeyê, Filistînîyên ku ji ber êrîşên Îsraîlê neçar man malên xwe diterikînin, bûne hedefa balafirên şer ên Îsraîlê. Di êrîşa li dijî karwaneke Filistîniyên koçber de herî kêm 70 kes jîyana xwe ji dest dan û zêdeyê 200 kes jî birîndar bûn.

Ji alîyê din ve Îsraîl ragihand ku heta 6 saetan di rêyên ku hatine dîyarkirin de, ti êrîş li ser Filistînîyan nayên kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.