NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO KOLANA HUNERÊ “FESTÎVALA ÇAND Û HUNERÊ”

Ji bo Festîvala Çand û Hunerê ya Kolana Hunerê ya ku wê di meha Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin, civîna danasînê hat lidarxistin.

JI BO KOLANA HUNERÊ “FESTÎVALA ÇAND Û HUNERÊ”

Ji bo Festîvala Çand û Hunerê ya Kolana Hunerê ya ku wê di meha Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin, civîna danasînê hat lidarxistin.

Komeleya Xemilandin û Parastina Kolana Hunerê ya ku dixwaze îmaja xerab a Kolanê ku bi bûyerên tiryak û fuhûşê tê naskirin ji holê rake, bi esnafên kuçeyê re hevkarî kir û hin biryar wergirtin.

Serokê Komeleyê Umît Ûmdû di civînê de axivî û wiha got, "Ez ji dil bawer dikim ku em ê li kolanan bi rêxistinên sivîl, esnaf û hemwelatîyan encama ku heq dike bi dest bixin. Divê em li gor navê vê kolanê tevbigerin. Erkê me ye ku em vê kolanê bi hunerê bi nav û deng bikin.

Ji bo çand, huner û wêjeya xwe zindî bihêlin, em ê vê festîvalê bi hunermend, esnaf û hemwelatîyên xwe yên rêzdar re li dar bixin."

Di mîhrîcana ku wê di navbera 5-8'ê Cotmehê de bê lidarxistin de, bi beşdarîya Hîvron, Raperîn, Kasim Tandogan, Sasa û îlîzyonîst Hasan Asoiaf wê pêşandan bên nîşandan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.