NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO KOMKUJÎYA SÎVASÊ BERNAMEYA BÎRANÎNÊ HAT LI DAR XISTIN

Sazîyên Elewîyan ên Semsûrê ji bo 29’emîn salvegera Komkujîya Madimakê ya ku 33 kesan jîyana xwe ji dest dabûn, bernameya bîranînê li dar xist.

Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal a Semsûrê Zulfîkar Yilmaz, di çalakîya bîranînê de axivî û wiha got; "Tevî ku bi dehan sal di ser Komkujîya 2'ê Tîrmehê ya Madimakê re derbas bûne jî, hê hesaba qetlîamê nehatîye pirsîn û sûcdarên li pişt wê, nehatine eşkerekirin. Tevî ku li hemberê komeke ku di komkujîyê de rola xwe lîstin û dozên şovenî hatin vekirin jî edalet heta niha li cîhê xwe nedîtiye." Yilmaz her wiha bal kişand ser dema doza di derbarê qetlîamê de ku hat xwestin bê taloqkirin û wiha got; "Komkujîya Sîvasê sûcê li dijî mirovahîyê ye û ji bo sûcên li dijî mirovahîyê, ti qanûneke sînordar tune ye."

Di bîranînê de daxwazên sazîyên Elewî hatin rêzkirin û piştre bi awazan bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.