NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO KONTENJANA 3 MAMOSTEYÊN KURDÎ BERTEK HAT NÎŞANDAN

Koordînatorê Înîsîyatîfa Şopandina Perwerde û Reformê ya Amedê (DÎERG) Prof. Dr. Azîz Yagan, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ber di tayînkirina 20 hezar mamosteyan de 3 kontenjan ji bo Kurdî hatîye veqetandin, bertek nişan da.

Yagan, li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirineke kir û wiha got; “Di tayînkirina 20 hezar mamosteyan de tene 3 kontenjan ji bo Kurdî hene. Bi hezaran mamosteyên Kurdî ên mexdûrên şaxê, li benda tayînkirinê ne. Her sal herî zêde 3 kontenjan hene. Divê mamosteyên Kurdî dersê bidin 20 hezar xwendekarên ku Kurdî hildibijêrin. Em 200 kontenjanên din jî dixwazin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.