AMED

Jİ BO MAÇA AMEDSPOR-ÎDİRÊ YA KU SİBÊ TÊ KİRİN DÊ EKRANEK MEZİN BÊ DANÎN

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de bi 77 puanan ji bo şampiyoniyê têdikoşe, 21ê Nîsanê roja Yekşemê saet di 15.00an da li Qada Diyarbekirê bi hevrika xwe ya di rêza sêyemîn a komê de Îdirsporê re têdikoşe.

 Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji ber ku kapasîteya stadyuma 33 hezar kesî têrê nake, ji bo temaşekirina maçê li du deverên cuda yên bajêr ekranên dêw datîne.

Temaşevanên futbolê dê li ser ekranên mezin ên ku li Meydana Kent û Park Orman bên sazkirin maçê zindî temaşe bikin.

Xizmeta veguhastinê ya belaş dê were dayîn

Şaredariya Bajarê Mezin dê ji nuqteyên cuda yên bajêr ber bi Meydana Bajêr û Parka Ormanê ve ji bo temaşevanên futbolê li ser ekranên ku bên sazkirin maçê temaşe bikin dê bêpere xizmetê bide.

HABER MERKEZİ

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.