GÜNDEM

JI BO PERWEDEYA NAVÎN WÊ DÛBARE KIRINA POLÊ DÎSA DEST PÊ BIKE

Wezareta Perwerdeya Neteweyî daxuyand ku li lîseyan dubarekirina polê dîsa têkeve rewacê û wê efûya bê berdewamîyê were rakirin.

JI BO PERWEDEYA NAVÎN WÊ DÛBARE KIRINA POLÊ DÎSA DEST PÊ BIKE

Wezareta Perwerdeya Neteweyî daxuyand ku li lîseyan dubarekirina polê dîsa têkeve rewacê û wê efûya bê berdewamîyê were rakirin.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn ku li Enqereyê bi nûnerên sazîyên çapemenîyê ra hat bal hev, di axaftina xwe da destnîşan kir ku wek wezaret wezîfeya wan a sereke ew e ku ciwanên bi motîvasyon, ji xwe bawer, di heman demê de xwedî fezîlet, dilovan û xwedî wijdan mezin bikin.

Wezîr Tekîn bal kişand ser mijara dubarekirina pola di perwerdehîya navîn de jî û destnîşan kir ku di warê terkirina dibistanê de pirsgirêk hene û guherandinên ku di qanûnên têkildar de bên kirin wê berîya sala nû ya xwendinê dest pê bike bi raya giştî re bê parvekirin.

Wezîr Tekîn wiha got: “Li lîseyan pirsgirêkên ji ber dubarenebûna polê pêk hatine, derbarê wan de gotûbêj hatine kirin.

Jixwe ev yek di rojeva me de bû, ji ber vê yekê em ê têbikoşin. Di heyama nû de, wê pêvajoyeke ku tê de dubarekirina polê mimkun be were rojevê. Em di derbarê dûbarekirina polê û bê berdewamîyê de bibiryarin.”

 

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.