NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO PIŞTEVANÎYA GELÊ FILISTÎNÊ LI AMEDÊ KERMES HAT TERTÎPKIRIN

Li Amedê ji bo Filistînê kermes hat tertîpkirin. Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo piştevanîya bi gelê Filistînê re ku ev nêzê 5 meh e di bin êrîş û bomberanan de ne, kermes li dar xist.

Di kermesa ku li Qada Derê Çîya ya navçeya Sûrê hat lidarxistin de, perwerdekar û dildarên Şaredarîya Bajarê Mezin xwarin, vexwarin û berhemên destan ên ku amade kiribûn pêşkeşê welatiyan kirin. Dahata ku ji kermesê ya ku welatîyan ziyaret kir tê berhevkirin wê ji kesên hewcedar ên li Filistînê re bê şandin.

Welatî wê di 23-24ê Sibatê de karibin biçin kermesê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.